Malper

Sûreta Qaf/Li Mekkê hatîye hînartênê û 45 berate ne.

Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn


1- Qaf. Bi Qur'ana bilind hêja (ewê ji gora bêne rakirin).


2- Ne, ew ku ji wan re hiþyarkerek ji wan hatiye, sosret man, loma kafiran got ku: "Evê han tiþtekî pirr sosret e."


3- "Ma gava em bimrin û bibin xulî (emê dîsa rabin?) Evê han vegerek pirr dûr e."


4- Bi rastî, tiþtê zemîn ji wan kêm dike me zaniye. Li cem me kitêbek parêzwan heye.


5- Ne, çi gava rastî ji wan re hat wan derewand. Êdî ew di karekî tevlîhev de ne.


6- Vêca ma qey ew li asîmanê seriya xwe nanêrin ku me wî çewa ava kiriye û me wî xemilandiye û jê re tu qelþ jî nînin.


7- Û me zemîn jî (çewa) dirêj raxistiye?; û me çiyayên bêhej tê de daniye û me tê de ji her cotê rind (giya) hêþîn kiriye.


8- Ji her bendeyê ji dil vedigere re çavvekirinî û bîrxistin e.


9- Me ji asîman avekî pirr bixweþî daxit, vêca me pê gellek bax û baxçe û tenê çinandinê hêþîn kir.


10- Û darê xurma yên dirêj ku bûtikên wan li ser hev hûnandî ne jî (me pê hêþîn kir).


11- Ji bo rozîniya bendeyan; û me pê welatekî mirî vejand. Derketina (ji goran) jî her wuha ye.


12- Berî wan komela Nûh û ehlê Ressê û Semûd jî derewandin.


13- Û (komela) Ad û Fîr2ewn û birayên Lût jî.


14- Û ehlê Eyketê (satara-daristanê gurr) komela Tubbe'ê jî. Teva jî pêxamberan derewandin; vêca ezabê min pêwist bû.


15- Vêca ma qey em ji aferandina pêþîn bêzar bûn (ku rakirina wan ji goran ji me re zor bê?) . Ne, (em bêzar nebûne lê) ew ji aferandinek nû di dudiliyê de ne.


16- Sond be, me mirov aferandiye û em dizanin ka di dilê xwe de çi çêdike. Em ji þahreha sitûyê wî pê nêziktir in.


17- Dema herdû (feriþte) ji rast û çep ve li hember rûnîþtî ne-çavnêrî dikin digrin û dinivsînin.


18- Gotina (mirov ji devê xwe) bipekîne her parêzvanek amade li balê ye.


19- Sikrata (bêhiþiya) mirinê bi rastî hat. A ku tu jê direviyayî eva haye.


20- Di sûrê de hat pif kirin. Roja ezab eva haye.


21- Û her kes ku pê re ajotvanek û danasek heye hat.


22- Sond be, haya te ji vî yê han nebû. Vêca me perda te ji (ser çavê) te rakir, êdî îro (dîtina) çavê te pirr tûj e.


23- (Feriþte yê) hevalê wî got ku: "Tiþtê li ba min amade ye evê han e."


24-(Xuda gote wan ku:) "Hûn her kafirê serkêþ bavêjin dojehê."


25- "Ewên ku qet nahêlin qencî bibe, ji hed derketî ne, dudil in."


26- "Ewê ku bi Xuda re Xudakî din jî çêkiriye. Vêca hûn wî bavêjin ezabê zor dijwar."


27- (Pelidê) hevalê wî got ku: "Perwerdekarê me! min bi xwe wî serkêþ nekiriye-ji rê dernexistiye, lê belê ew bi xwe ketþaþiyek dûr de."


28- (Xuda got ku:) "Hûn li cem min bi hev re xirecirê nekin. A rast min we berê bi ezab haydar kiribû."


29- "Ne gotin li cem min tê guhartin û ne jî ez li bendeyan sitemkar im."


30- Roja ku emê ji dojehê re bejin: "Ma tu tije bûyî?" Wê bêje ku: "Ma hê bêtir nînin?"


31- Bihiþt ji xweparêzan re hat nêzik kirin, ne dûr e.


32- Tiþta hûn têne wade dayîn eva haye; ji her bendewarê parêzvan re ye.


33- Kesê bi dizî ji (Xudayê) Mihrîban tirsiyaye û bi dilek vegerkar hatiye.


34- Hûn bi xweþî têkevinê. Roja hertimî mayînê eva haye.


35- Ji wan re tiþtê dilê wan bixwaze tê de heye û li cem me hê bêtir heye.


36- Me berî wan çiqas nifþa têkbiriye ku ew ji wana bi girtin zortir bûn, vêca ew li welata qul bi qul geriyan,lê ka ciyê revê (ji mirinê) heye.


37- Bêguman di vî de ji kesê dil jê re hebe yan guh bidê û ew amade be re þîret û bîrxistin heye.


38- Sond be, me asîmana û zemîn û tiþtê di nava wan de di þeþ rojan de aferandiye; û tu renc û westîn negihaye me.


39- Vêca tu li ser tiþtê ew dibêjin hewî bike û berî derketina rojê û berî çûna ava bi pesn û sipasê perwerdekarê xwe wî pak bêrî bidêre.


40- Û hin ji þevê û piþtî secdan jî ewî pak bêrî bidêre.


41- Tu guh bide roja ku wê bangvanekî ji ciyekî nêz gazî bike.


42- Roja ku wê qêrînê bi rastî bibihîzin. Roja derketin, eva haye.


43- Bêguman her em vedijînin û dimirînin; veger jî her bal me ve ye.


44- Roja ku wê zemîn ji wan biqeliþe, wê bilez û bez derên. Eva han civandinek hêsan e li ser me.


45- Em bi tiþtê ew dibêjin zanatir in û tu li ser wan ne zordarî. Vêca tu kesê ji ezabê min ditirse bi Qur'anê þîret bike-bi bîr xîne.