Malper

Sûreta Zariyat/Li Mekkê hatîye hînartênê û 60 berate ne.

Bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn


1- Bi (ba) yên ku bi gurrane ji hev belav dikin.


2- Vêca bi (ewr)ên barê giran hildigrin.


3- Vêca bi (keþti)yên ku bi hêsanî diherikin.


4- Êdî bi (feriþte) yên kara parve dikin.


5- Bêguman tiþtê hûn têne wade dayîn her rast e.


6- Û bêguman xelat û celat wê her çê bibe.


7- Bi asîmanê xwedî re (û sitêrk û avahiyê) rind kim.


8- Bêguman hûn her di gotinê tevlîhev de ne.


9- Ê jê (ji baweriyê) hatiye liba xistin tê liba xistin.


10- Ewên pir derewkar bêne kuþtin!


11- Ewên ku di korî û nezaniyê de bêhay in.


12- Dipirsin ku: Roja xelat û celatê kîngê ye?


13- Roja ku ew li ser agir têne þewitandin.


14- (Ji wan re tê gotin ku:) "Hûn þewata xwe tam kin" Evê hane tiþtê ku we pê dilezand.


15- Bêguman xweparêz di bax û baxçe û kaniyan de ne.


16- Tiþtê perwerdekarê wan daye wan digrin. Lewra bêguman ew berî vî qencîkar bûn.


17- Ew ji þevê hindik radizan.


18- Û serê sibeha ew bexþînê dixwazin.


19- Û di malê wan de ji gerok û bêparan re mafek heye.


20- Ji ên bidilbawer re di zemîn de gellek ayet (nîþan) hene.


21- Di we bi xwe de jî hene. Ma hêjî hûn nabînin?


22- Roziya we û tiþtê hûn têne wade dayîn di asîmana de ye.


23- Vêca bi perwerdekarê asîmana û zemîn kim, ew her rast e çewa ku hûn dipeyivin.


24- Ma bera qiseta mêvanên Îbrahîm ên hêja ji te re hat?


25- Gava hatin balê, vêca gotin: "Silav (li te be)." (Îbrahîm jî) got: "Silav (li we be. Hûn) komekî nenas in."


26- Vêca bi dizî vegeriya bal maliyê xwe û golikî xurt (ê qelandî) anî.


27- Vêca wî nêzî wan kir, got: "Ma hûn naxwin?"


28- Vêca di dilê xwe de ji wan tirsiya, gotinê: "Tu netirse" û mizgîna zarûkî zana danê.


29- Vêca pîreka wî qêrîn kir û li rûyê xwe da û got: "Pîrejinek sitewr (wê zarû bîne?)"


30- Gotin: "Perwerdekarê te wuha gotiye. Bêguman ew, hîkmetdarê zana her ew e."


31- (Îbrahîm) got ku: "Vêca xwestina we çiye gelî qasidan?"


32- Gotin: "Bêguman em bal komelekî gunehkar ve hatine þandin."


33- "Ji bo ku em kevirê ji heriyê bi ser wan de biþînin."


34- "Ew (kevir) li cem perwerdekarê te ji hedderketiyan re nîþankirî ne."


35- Vêca me bawermendên tê de deranî.


36- Vêca me tê de ji malekî musilmanan pêve peyda nekir.


37- Me tê de ji ên ku ji ezabê bi jan ditirsin re ayetek (nîþanek) hiþt.


38- Di Mûsa de jî dema me wî bi delîlekî xuya þand bal Fîr'ewn (nîþanek heye).


39- Vêca wî bi hevalên xwe re rû liba xist û got ku: "Yan efsûnger e yan jî din e."


40- Vêca me wî û leþkerê wî girt, êdî me wan avêt deryayê û ewî bi gunehkarî li xwe loma dikir.


41- Û di (komela) Ad de jî, dema me bayekî kokbirr bi ser wan de þand (nîþanek heye).


42- Her tiþtê bi ser de hat, wî nehiþt, wî kir wek giyayê hiþkê hûrbûyî.


43- Di (komela) Semûd de jî, dema ji wan re hat gotin ku: "Hûn heya demekî bi xweþî bijîn."


44- Vêca wan ji fermana perwerdekarê xwe serkêþî kir, êdî qêrînek bêhiþker wan girt û wan jî dinihart.


45- Êdî wan nedikaribû rabin û n jî hatin yarî kirin.


46- Û berê jî komela Nûh (me fetisand). Bêguman ew komelekî ji rêya rast derketî bûn.


47- Me asîman bi desta (bihêz) ava kiriye û bêguman em wî hey fireh dikin.


48- Me zemîn jî raxistiye. Vêca ên raxistine çi rind in!


49- Me ji her tiþtî du cota aferandiye. Hêvî heye ku hûn bifikirin-þîret bigrin.


50- Vêca hûn her bal Xuda ve birevin. Bêguman ez, ji we re jê hiþyarkerekî xuya me.


51- Hûn bi Xuda re Xudakî din çê nekin. Bêguman ez, ji we re jê hiþyarkerekî xuya me.


52- Her pêxemberê ji ên berî wan re jî ku dihat her wuha digotin ku: "Yan, efsûnger e yan jî dîn e."


53- Ma qey wan pê li hev û din þîret kiriye? Ne, ew komelekî serkêþ in.


54- Vêca tu ji wan rû bizivrîne. Êdî tu nayê lome kirin.


55- Û tu bi bîr xîne. Vêca bêguman bîrxistin bi kêra bawermendan tê.


56- Min cinn û mirova hey ji bo min bihebînin aferandiye.


57- Ez, ne tu rozî ji wan dixwazim û ne jî dixwazim ku ew xwarin bidin min.


58- Lewra bêguman Xuda, rozîdanê xwediyê hêza zexm her ew e.


59- Vêca bêguman ji ên sitemkarî kirine re hin guneh wekî gunehê hevalên wan hene; êdî bira ew nelezînin.


60- Vêca xulî li serê ên kafir bûne be, ji roja wan ê ku têne wade dayîn.